Dironên Amerîkayê fermandarek paye blind ê pasdaran li Sûriyê hedef kir

Dironên Amerîkayê fermandarek paye blind ê pasdaran li Sûriyê hedef kir

Çavkaniyên Îraqî îro roja duşemî 30/11/2020an ragihand, yek ji Fermandarên paye bildind ên supayê pasdarên Îranê ku ji deriyek sînorî ê di navbera her du wilatên Îraq û Sûriyê, li gel çend kesên din derbasî Sûriyê dibû, ji hêla balefirên diron ên Amerîkayê ve hatiye hedefkirin.

Li gor agahiyên destpêkî navê fermandarê ku hatye kuştin “Musilm Şihdan” e, her weha li gor agahiyên destpêkî 3 kesên din jî di gel vî fermandarê Îranî de hatîne hedefkirin û kuştin.

Ev yek di demekî de ye ku di rojên rabûrî de li Îranê Muhsin Fexrîzade yek ji kesên berniyas ên bernameyên nuklerî yên Îranê hat kuştin. Ew li roja 27/11/2020an li navçeya Abser Demawend li Tehranê hat kuştin.

Pustên heman beş