Trampî berpirsekê mezinê Pêntagonê ji kar lada

Trampî berpirsekê mezinê Pêntagonê ji kar lada

Wezareta Parastina Amerîkayê (Pentagon) diyar kir ku Yekeya Hêza Wezîfeya Têkoşîna Dijî DEAŞê ya Ofêsa Wezareta Parastinê hat hilweşandin û îstifaya Chrîs Maîerê dîrektorê yekeyê jî hat qebûlkirin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Pentagonê da wiha hat gotin: “Chrîs Mîllerê Wekîlê Wezîrê Parastinê îro îstifaya Dîrektorê Yekeya Hêza Wezîfeya Têkoşîna Dijî DEAŞê qebûl kir”.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku wezîfeya vê yekeyê ew ê bi destê Misteşariya Polîtîkayên Parastinê û Alîkariya Misteşariya Pevçûnên Kêm û Operasyonên Taybet a Wezareta Parastinê were kirin û wiha hat gotin: “Ev guherîn nîşan dide ku operasyonên ji bo ji holê rakirina xîlafeta DEAŞê serkeftî bûn”.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo têkoşîna dijî DEAŞê bi sazî were kirin, hewlên di vê mijarê da bi mitefîq û hevkarên li herêmê ra werin parvekirin Amerîka girêdayî hedefan e.

Lê belê medyaya Amerîkayê eşkere kirîye ku Chrîs Maîer bi zexta Trampî hatîye naçar kirin ku dev ji kar berde, di çarçûveya wê hewa ku paş şkestina wî ya di hilbijartinan da dest pê kirî.

Pustên heman beş