NY: Cenga Yemenê 233 hezar kes kuştine

Neteweyên Yekbûyî îro amara zirarên canî ên cenga Yemenê eşkere kir û dest nîşan kir ku 233 hezar kes di wê cengê de hatine kuştin.
Komisyona mafên mirovan a Neteweyên Yekbûyî îro roja sêşemî 1/12/2020an eşkere kir, di cenga Yemenê de ku li sala 2015an dest pê kirbû û hîna niha pêtirî 233 hezar kesan hatine kuştin, hejmare herî zêde jê sivîln.
Komisyona mafên mirovan dest nîşan kir, ev hejmara zirarên canî pir zore û ciyê dilgraniyê ye û bi tu awayî nayê qebûl kirin.
Komisyona mafên mirovan hem dema eşkere kirina van amaran got: Yemen gihaye rewşeke herî xerab û pêwîstîya wê a niha tenê bi raghandina agirbestê heye.
Cenga Yemenê li meha adaraê ya sala 2015an li nêvbera girûpa Hûsîyan ku bi Ensarulla tên nav kirin û hikûmeta Yemenê dest pê kir, Îran piştgiryê dide Hûsîyan û Si’ûdiye piştgiryê dide hikûmeta Yemenê û ji bo vê hevpeymanêtîyeka Erebî pêkîna û ji wê demê êrîşên hewayî û bejahî li Yemenê pêk tînin.