Di meha rabûrî de 62 çeteyên girêdayî Tirkiyê li navçeyên Çiqlê Zeytûnê û Kaniya Aştiyê hatine kuştin, hevdem 4 şênî şehîd ketine.
Nerîngeha Sûrî ya Mafên Mirovan îro roja çarşemî 2/12/2020an eşkere kir, ji roja 1 heya 30 meha 11 ya îsal, 62 çeteyên girêdayî Tirkiyê li navçeyên Çiqlê Zeytûnê û Kaniya Aştiyê hatine kuştin, hemwext 4 şênî şehîd ketine.
Herweha destnîşan kir, di vê mehê de rewşa ewlehiyê herî xerab bû ku 6 teqîn têde çêbûne.
Li gorî nerîngeha sûrî, ji sercema 62 çeteyên girêdayî Tirkiyê, 53 jê di êrîşên çekdarên ne nas kirî û şervanên HSD ê de hatine kuştin.