Berpirsekê PKK ê ku ji bal Interpolê ve daxwaz kirî bû hat girtin

Hêzên ewlekarîya Tirkiyê îro desteser kirina berpirsekê rêxistina PKK ê li Bakurê Kurdistanê ragihand û dest nîşan kir, ev berpirs di boltena reng sor a Interpolê de bû.
Hat ragihandin ku îro roja çarşemî 2/12/2020an, hêzên dijî terorê li bajarê Rihayê yê Bakurê Kurdistanê, şikbarek li ser navê PKK ê ku ji Rojava Kurdistanê derbasî Bakurê welat bibû, hat desteser kirin.
Piştre hat tesbît kirin ku ev şikbar bi navê “M.Ş.K” berpirsekê Partîya Karkerên Kurdistanê ye û di kategorîya reng sor ya dewleta Tirkiyê û polîsên navdewletî Interpolê de cî digre.
Tê zanîn “M.Ş.K” karê veguhastina çekdarên PKK ê û çekan li nêvbera Bakur û Rojava Kurdistanê de dikir.
Hêzên dijî terorê ew li Rihayê desteser kir û paş operasyona desteser kirinê û bi dawî anîna kar û barên wî yên li ewlehiyê ew sewqî adilyeyê bû û hat girtin.