Wezîrê karên derve yê Îranê îro eşkere kir, Tehran ji wê yekê pişt raste ku Israîlê, zanayên etomî Mihsin Fexrîzade kuştîye.
Mihemed Cewad Zerîf, wezîrê karên derve yê Îranê daxuyanî li derbara Peymana Etomîy a Îranê li gel dewletên zilhêz ên cîhanê da û dest nîşan kir, Tehran bi tu awayî careke din danustendinan li derbara peymanekê encam nade ku di esasê de lihevhatin li ser heye.
Her wiha got: Tehran wê pabendî erkên xwe be di wê peymanê de, heger Amerîka û Ewropay pabend bibin û dest nîşan kir ku pêwîste Amerîka bê meric erkên xwe yên di wê peymanê de bi cî bike.
Li derbara teror kirina zanayê etomî Mihsin Fexrîzade, wezîrê karê derve yê Îranê dibêje: Tehran ji wê yekê pişt raste ku Israîlê Fexrîzade teror kirîye.
Cewad Zerîf dibêje: Îran li benda Firensayê û Berîtanyayê maye ku teror kirina Fexrîzade şermezar bikin, em dibînin ku dewletên rojava piştgiriyê didin wê terora ku Israîl li naveçeyê pêk tîne.