Îranê 46 Kurd desteser kirin

Îranê 46 Kurd desteser kirin

Rejîma Îslamî a Îranê, tenê di meha rabûrî de, 46 ciwanên Kurd ji navçeyên cuday ên Rojhilata Kurdistanê desteser kirine.

Li gor amarên Rêxistina Hengaw a Mafên Mirovan, di Mijdara 2020’an de li Rojhilata Kurdistanê 46 welatiyên Kurd bi tometa çalakiyên siyasî, sivîl û mezhebî hatin girtin.

Ev hejmar jî li gorî meha Cotmehê, ji sedî 20 zêde bûye.

Li gor amaran, 37 kes bi tometa çalakiya siyasî û pêwendiya wan bi partiyên siyasî yên Rojhilata Kurdistanê re û her wiha 7 kes bi tohmetên çalakiyên civaka sivîl û 2 kes jî bi tohmetên çalakiyên mezhebî hatine girtin.

Hate diyar kirin, li parêzgeha Sineyê 21 kes, li Ormiyê 13 kes û li parêzgeha Kirmaşanê jî 12 kes hatine binçavkirin.

Pustên heman beş