Wezîrê karên derve yê Yewnanistanê ragihand, ev kar û siyaseta Tirkiye niha di meşîne, qet bê ceza derbas nabin, ji ber ku Tirkiye operasyonên leşkirî li dervey welatê xwe dike û xaka welatên derdor dagîr kirîye.
Nîkos Dîndiyas, wezîrê karên derve yê Yewnanistanê, îro roja yekşemî 6/12/2020an li derbara danustandinên welatê wî û Tirkiyê got: pêwîste Enqere bi kiryar heza xwe ji bo danustandinan eşkere bike, Esîna pêwendiyên baş li gel dewletên hevsê dixwaze û li gel bingeha danustandinan de ye.
Dîndyas dest nîşan kir, nabe Tirkiye siyaseta sedeya 19an di vî çaxî de bi meşîne, pêwîste Tirkye dev ji siyaseta gef kirinê û êrîşkaryê berde û got: ev ne mesaca Yewnanistanê ye ji bo Enqerê, belku mesaca Ewropayê ye.
Ev gefên Yewnanistanê ji bo Tirkiyê, hem dema operasyonên Tirkiyê yên lêgerînê li petrolê li deryayên herêmî li sînorê Yewnanistanê tê ku li vê dawiyê ev çalakî zêdebûne.
Wezîrê karên derve yê Yewnanistanê dibêje: Esîna wê li ser hewlên xwe yên paşvekşandina Tirkiyê berdewam be, heya wê dema ku Ewropa cezayan li ser Tirkiyeyê di sepîne.
Tê zanîn li rojên rabûrî jî, Biroksilê gef li Tirkyeyê xwarbûn û tê pêşbînî kirin, serkirdeyên dewletên Ewropî di civîna Yekêtîya Ewropayê ya 10 vê mehê de, biryarê li ser sepandina cezayan li ser Tirkiyeyê bide.