Keştîyeke Îranê li Iraqê noq bû

Keştîyeke Îranê li Iraqê noq bû

Îro roja yekşemê keştîyeke Îranê bi navê “Turan” ku hesin li bar kiribû li nêzîk bendera Um Qesr ya Besrayê noq bû.

Wezareta Guhastina Iraqê belav kiriye keştiyeke Îranê ya bi navê Tûran ku barê wê hesin bû îro roja yekşemê 06.12.2020an li nêzîkî bêndera Um Qesr ya Besrayê noq bû. Herwiha tîma keştiyê jî hatiye rizgarkirin.

Wezareta Guhastina Iraqê amaje jî bi wê yekê kiriye tîma keştiyê ku ji 6 kes pêk dihat her hemû bi awayekî serkeftî hatine rizgarkirin.

Pustên heman beş