Partîya Karkerên Kurdistanê rastî şkestineke mezin hat li navçeya Heftenînê wexta ku 11 çekdarên rêxistnê ketîne ber êrîşa balefirên ceng ên dewleta Tirkiyê.
Li gor agahiyên ku wezareta bergiryê a Tirkiyê îro roja dûşemî 7/12/2020an belav kirine, balefirên cengê di êrîşekê de ku li Başûrê Kurdistanê bi taybet li navçeya heftenên pêkaniye, hejmareke çekdarên PKK ê bûne armanc û canê xwe ji dest dane.
Her wiha dest nîşan kir, balefiran li navçeya Zapê jî êrîş kirine û bi tevahî li Heftenînê û Zapê 11 çekdarên PKK ê hatine hedef kirin û canê xwe ji dest dane.
Di vê derbarê de, Hêzên Parastina Gel HPG ê balê leşkirî ê PKK ê tu agahî li derbara van êrîşan û ji dest dayîna çekdarên xwe belav nekirine, ev agahiyên wezareta bergiriyê a Tirkiyê jî ne derewandine.