Ardogan: Ji xwe li pişt xetê nasekinîn

Ardogan: Ji xwe li pişt xetê nasekinîn

Serok komarê Tirkiyê îro li derbara aloziyên li rojhlata Derya Navîn ku bi sedema wê Yekêtîya Ewropayê nîqaşa cezayan li ser vê dewletê dike, got: em rê naden hûn me li beravên Antalyayê zîndan bikin, Tirkiye danpêdanê bi wan sînorên deryayî nake ku Yekêtîya Ewropayê dest nîşan kirine.

Serok komarê Tirkiyê Recep Tayb Ardogan îro roja dûşemî 7/12/2020an di bersiva hewlên Yekêtîya Ewropayê de got: pêwîste Yekêtîya Ewropayê li gorî hez û xwestekên Qubris û Yewnanistanê li dijî Tirkiyê tev negere, ji ber ku Tirkiye dixwaze prisgirêkê bi awayekî hemaheng çareser bike.

Ardogan li drebara hewlên lêgerîna li petrol û xazê li beravên Qubris û Yewnanistanê jî bersîva Yekêtîya Ewropayê da û got ku ji xwe Tirkiye rê nade ew wê li pişt vê xetê zîndan bike, Tirkiye tu î’tîrafê bi wan sînorên deryayî nake ku Ewropayê di vê meselê de dest nîşan kirine.

Tê zanîn hewlên dewleta Tirkiyê yên lêgerînê li petrol û xazê li rojhlata Derya Navîn kirîzeke navdewletî çêkirîye, her yêk ji Qubris û Yewnanistan xwe bi zirarmend dibînin, Tirkiye jî dibêje, ji berku me sînorekê pir dirêj li gel Derya Navîn heye, lewma xwesteka mê a kontirol kirina wan beravan, mafekî rewa yê dewletê ye.

Pustên heman beş