Papayê Vatîkanê biryar daye di sala bihêt de, seredana herêma Başûrê Kurdistanê bike, her wiha Bexdayê û bajarê Mûsilê, koçber bûna Krîstyanan sedema vê seredanê ye.
Li gor daxuyaniya Vatîkanê, sardana Papa roja 5ê Adara 2021an dest pê dike û heta roja 8ê Adarê dewam dike.
Hatina Papayê Vatîkanê bo Îraqê piştî wê yekê tê, di van salên dawî de hejmara Kirîstiyanan li Îraqê kêm bûye û beşeke mezin ji wan ji navend û Bakurê Bexdayê, ji bo Herêma Başûrê Kurdistanê koçber bûne.
Her di vê derbarê de roja 19 Sibata sala 2020an Serokwezîrê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Vatîkanê bi Papa Fransîs re civiyabû û Papa vexwand serdana Herêma Başûrê Kurdistanê bike.
Di wê hevdîtinê de behsa rewşa Kirîstyanên Herêma Başûrê Kurdistanê hat kirin ku cih û pêgeha wan di hemû waran de parastî ne.
Diyar kir jî, Herêma Kurdistanê ne tenê ji Kirîstyanên Kurdistanê re, belkû ji hemû Kirîstyanên seranserî Îraqê re bûye herêmeke aram û bi hev re bi xweşî dijîn û nimûneyeke ciwan a pêkvejiyanê ye.