3  Gerîlayên PKK ê li Metînî hatin hedef kirin

3  Gerîlayên PKK ê li Metînî hatin hedef kirin

3 çekdarên PKK ê li Başûrê Kurdistanê ketin ber êrîşeka balefirên cengê yên dewleta Tirkiyê, ev êrîş li çiyayê Metînî pêkhatîye.

Li gorî agahiyên ku îro roja sêşemî 8/12/2020an wezareta bergiriyê ya Tirkiyê belav kirine, di êrîşeka asîmanî de ku balefirên cengê li çiyayê Metînî yê Başûrê Kurdistanê encam dayî ye, 3 çekdarên PKK ê hatine hedef kirin û canê xwe ji dest dane.

Dest nîşan kir, balefiran ew çekdarên PKK ê li wê demê hedef kirine, wexta ku amadekariyên encam dayîna êrîşekê dikir.

Ev êrîş hem dem li gel ragihandna zirarên canî yên PKK ê tê ku duh wezareta bergiriyê ya Tirkiyê kuştina 11 çekdarên PKK ê li navçeyên Zapê û Heftenînê îlan kirbû.

Partîya Karkerên Kurdistanê hîna niha tu agahî li derbara ji dest dayîna vê hejmara Gerîlayên xwe nedane û ev agahiyên dewleta Tirkiyê nederewandine.

Pustên heman beş