Zerîf : Em polîtîkayên herêmî bi welatên rojavayî re gotûbêj nakin!

Zerîf : Em polîtîkayên herêmî bi welatên rojavayî re gotûbêj nakin!

Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zerîf ragihand ku ew polîtîkayên xwe yên herêmî ligel welatên rojava re naxin ber gotûbêjan û got, ‘Em ji bo danûsdandina ligel cîranên xwe yên Kendava Besrayê her tim amade ne’.

Zerîf li ser hesabê xwe yê twitterê li ser bangên welatên ereb ku dixwazin Îran vegere peymana atomî daxuyanî da got, “Em li ser polîtîkayên xwe yên herêmê gotûbêjan nakin, bingeha pirsgirêkan destwerdana wan a herêmê ye.”

Zerîf herwiha diyar kir ku ew her tim amade ne bi cîranên xwe yên Kendava Besrayê re danûstandinê bikin.

Hêjayî gotinê ye, aliyên peymana atomî Brîtanya, Fransa û Almanya ji rêveberiya nû ya Amerîkayê ya bi seroktiya Joe Biden daxwaz dikin ji nû ve vegerin peymana atomî ya ligel Îranê, lê welatên erebî yên wekî Siûdî û Îmarat jî ji aliyan dixwazin endîşeyên wan ên derbarê Îranê de ji holê bên rakirin.

Pustên heman beş