Ezmûna Mezlûm Ebdî bi Hawar News re?

Ezmûna Mezlûm Ebdî bi Hawar News re?
  • Memet Mêrdîn

Hevpeyivîna Fermandarê Giştî yê HSD ê Mezlûm Ebdî, ku li Ronahî TV hate weşandin, di 3ê Kanûnê de jî di Hawar News de hate weşandin. Lê belê, di navbera weşana Tirkî û Kurdî a hevpeyivînê de pir guhertin hatibûn çêkirin. Her weha, orjînala hevpeyivîna Ebdî di Ronahî TV de ji versiyona Tirkî pir cudatir bû. Hewar news Versiyona Tirkî bi tevlîkirina nêrînên xwe ve, naveroka hevpeyivîna Mezlûm Ebdî pirr gurankarî têde çêkir bûn. Destpêka hevpeyivîna Kurdî diyaloga ENKS û PYND bû. Lê di pêşgotina hevpeyivîna tirkî de, hevokên weha hatine nivîsandin ku hûn nizanin gelo ev fikarên nûçegihanî ne an jî yên Mezlûm Ebdî ne.

çapemeniya Rojava ji navên ku rasterast ji hêla Mustafa Karasu ve hatine destnîşan kirin pêk tê

Hevpeyivîna tirkan de digot “Dorpêçkirina Gare ji hêla hêzên taybetî yên PDK ê ve çêbûye ev jî di civata Kurdistanê de bûye sedema înfîalê “bi rastî peyivekî bi vî rengî me qed nedîtîye ku Mezlûm Ebdî bikar anî be. Lê belê, nûçegihanê Hawar News ê yê Tirkî xwest ku Mezlûm Ebdî weke li dijî PDK ê diaxive bi  gotinên xwe û gotinên xwe û yên Mezlûm Ebdî têkel dike û dixweze dîtineke we bide avakirin ku Mezlûm Ebdî dijî PDK ê ye. Ji bo vêjî rojnamevanê Hawar News ê pir kedek mezin (!) nişan dide.

Çapemeniya Rojava dikare rexmê Mezlûm Ebdî tiştekî wiha bike? Erê dikare bike. Ji ber ku çapemeniya Rojava ji navên ku rasterast ji hêla Mustafa Karasu ve hatine destnîşan kirin pêk tê. Bi taybetî malpera Tirkî rojane di bin kontirola Mistefa Karasu de ye. Di rastî de, PKK çapemeniya Rojava mîna çek di destê xwe de digire. Lûlîya çekê carna dide ser rêveberên Rojava yên mîna Şahîn Ebdî. Ji ber vê yekê di vê hevpeyivînê de jî PKK ê ev tektîk bikar anî ye ango berê çeka xwe dayî Mezlûm Ebdî.

Mezlûm Ebdî çi got?

Gelo armanca vê hevpeyivînê çi ye, eve pirsek girîng e. Di hevpeyivînê de, pirsên bi domdarî li ser hebûna Başûrê Kurdistanê, Şingalê û hebûna PKK li Rojava têne pirsîn. Wisa dixuye ku ji Mezlûm Ebdî tê xwestin ku hin dîtinên xwe yên ku wî di dema rabûrî de kirî bûn, bi wî bidin sererast kirin.

Heta em dizanin ku Mezlûm Ebdî di bin dorpêçek mezin de ye. Li aliyek, PKK hewl dide ku bi navbeynkariya Mezlûm Ebdî hevsengiyekê di navbera Amerîka û Rojava de ava bike. Li aliyê din, ew ditirse ku Mezlûm Abdi ji sîstema emir-telîmat a PKK ê derkeve û dixwaze tîma dora dewrûberên wî belav bike. Ji xwe, di hevpeyivînê de, bi îsrar ji Mezlûm Ebdî hat xwestin ku daxuyaniyek bide ku pesindarî ya PKK bike û girîngiya wê ji bo Rojava eşkere bike.

PKK biryar daye hemî qadroyên xwe li Rojava perwerde bike

Bê guman, Mezlûm Ebdî kesek ji binemayê PKK ê ye. Wî şerbeta fikr û ramanên PKK ê vexwarî ye. Lê tiştê ku em dizanin eve ku di van salên dawî de, Mezlûm Ebdî hewl da ku ji bin sînorên PKK ê derbikeve, xetek serbixwe û realist, bişopîne. Ew dê çend bi serkeve Dê dem diyar bike. Lê datayên berdest nîşan didin ku PKK li dijî Mezlûm Ebdî û qadroyên Rojava yên mîna wî hemleyekî îdeolojîk daye dest pê kirin.

Hinek agahî hene ku PKK biryar daye hemî qadroyên xwe li Rojava perwerde bike û biryare zivistanê konferansên qadroyan çêkirinê girtîye. Di ferhenga PKK ê de, konferansa qadroyan tê wateya sererastkirina qadroyan û wan kesan gorî pîvanên îdeolojîk ew werin pîvandan. Di heman demê de di nav agahîyên liber destê me de heye ku PKK, wan kesên herêmîya Rojava dipejirînin dê bibin Qendîl û li wir dê balansekî rêxistinî li gorî xwe bidinê. Ango warê fikir û sekinandin de wê Xweseriya Rojava ji holê rakin.

Kî li ser navê PKK ê çavdêriya Mezlûm Ebdî dike?

PKK ê ji bo vî karî rasterast tîmek ji rêveberên xwe wezîfedar kirî ye. Bi saya vê tîmê, dê ji karmendên asta rêveberiyê û xebatên girîng ên li Rojava were xwestin ku helwestên xwe diyar bikin. Tê diyarkirin ku dê kesên wekî Sozdar Avesta bi rengek çalak beşdarî vê pêvajoyê bibin û vê pêvajoya de “qadroyên Rojava bînin ser xeta PKK ê ya berê”

Bahoz Erdal yek ji wan kesên hatine wezîfedar kirin e. Bahoz Erdal bi xwe ji xelkê Rojava ye û bi rastî dijberê Mezlûm Ebdî ye. Heya şerê Rojava, di nava PKK ê de navê herî popular Bahoz Erdal bû, bi taybetî xêra çapemeniya tirkîyê. Lê şerê Rojava de têra xwe derneket pêş. Wî ev rewş pir nedaqûrtandî ye. Bahoz Erdal ev çend heyvin li Rojava dimîne. Ew hem li ser navê PKK ê çavdêriya Mezlûm Ebdî dike û hem jî dixwaze ku ji wî erk bidize.

PKK ji ber Amerîka nikaribû bi salan berdevkê YPG Polat Can jî bibe wezîfeyek din

Hinek agahî jî bi zanebûn têne belavkirin mînak, ku dê Mezlûm Ebdî ji fermandarîya HSD were girtin û ewê biçe karê dîplomasiyê. Lê em hemî dizanin ku Amerîka dê vê yekê qebûl neke. Di heman demê de di çapemeniyê de hat ragihandin ku PKK ji ber Amerîka nikaribû bi salan berdevkê YPG Polat Can jî bibe wezîfên din. Mezlûm Ebdî nayê guhertin. PKK encamên guhertina wî dizane loma jî nikare îsrar bike. Ji ber vê sedemê, ne mumkîne ku mirov Mezlûm Ebdî ji qadê derbixe. Lê dê asta kadro û têkiliyên wî yên giştî were teng kirin û dorpêçekî veşartî li derdora wî dê were ava kirin. Bi vî rengî, ewê nikaribe xeta xwe bi rêxistin bike.

Dê dem diyar bike ka Mezlûm Ebdî dê di xeta xwe de bi biryar tevbigere an jî na. Em jî wê bibînin ka ew dê ji daxuyaniyên xwe paşde gavê avêje yan na.

Bi gelemperî tê bawer kirin ku PKK dixwaze di bin navê xebatên cûda de hemî qadroyên Rojava yên kevin û pispor ji Rojava derxîne. Bi vî rengî, ew tê fikirîn ku bi anîna kesên bê tecrûbe ên ku lewazin bi PKK ê re bibin desthilatdar. Yek ji van navan Asya Abdullah e, navê kod Dilan Derik, hevseroka berê ya PYD bû. Beriya niha li Qesra Elsse bi Serokomarê Fransayê Holland re hevdîtin kiribû, Abdullah ji hêla PKKê ve ji Rojava hate derxistin. Asya Abdullah niha ji pêvajoyê hate dûrxistin ku ji bo çalakiyên yekîtiya neteweyî di navbera Kurdan de di nav rêxistina PKK ê ya bi navê KNK ê de hate wezîfedarkirin.

PKK li dijî Rojava dest bi hemleyeke kadro nû kirinê kirîye

Tê diyar kirin ku Fawza Yousif, bi kodnavê Zaxo Zagros, yek ji wan e û PKK xwe amade dike ku ji Rojava bikşîne. Tê diyarkirin ku ji Fawza Yuosif tê xwestin ku daxuyaniyên xwe yên liberal di medyayê de sererast bike.

Bi kurtahî, PKK li dijî Rojava dest bi hemleyeke kadro nû kirinê kirîye. Dixwaze balansekî îdeolojîk bide qadroyên rojavayî. Berî her tiştî, ev hemle ne dijî dagirkera ye li dijî karmendên xwe dê bike. Gava ku tevgerên mîna PKK ê ji derve ketin darê zorê, yekem tiştê ewe ku qadroyên xwe di guvêşin. Bi vî rengî, PKK dixwaze qadroyên Rojava yên behsa yekîtiya Kurdan û derxistina qadroyên bîyanî ango yên Bakûrî dikin hemû yan tesfiye bikin. Ev kiryare hem ji bo Rojava hem jî ji bo Kurdan xirabiyek mezin e. xirabiyeke ku hemû Kurdan bide wendakirin.

Pustên heman beş