Kurîdora leşkirî a PKK ê

Hoşeng Osê
  • Hoşeng Osê

Nexşê danin ber sînga xwe, xetekê ji Qamişlo bo Holê bikêşin, piştre bo Mexmûr û Kerkûk û Silêmaniyê û Ranye, heya digehe çiyayê Qendîlê, piştre ji Qendîlê bo Zaxo û di rêya Zapê, Gare û çiyayê Sipî re, piştre li encamê bi nerin.

Niha û di her demekê de, dibe Îran bi rêya Bexdayê û hevpeymanêtîya Heşda Apoçî û Heşda Şabî, li gel kirîza darayî ya ku di rojevê de heye, Herêma Başûrê Kurdistanê jinav bibe.

Belê xetera PKK ê pir ji xetera DAIŞ ê pêtire û ji ber hinek sedemên ku şîroveya wan pir dirêje.

Hinek Sawîlke aciz dibin ku rêxistina PKK ê bi Bereya Nuser were himber kirin û dema ew vê Partîya Kurdî li ser wê rêxistina tekfîrî tefzîl dikin ew şermê ji xwe nakin ku vê gotina xwe a hertim dûbare dikin: “Destihladarîya PKK ê (Rêveberîya Xweser) baştirîn tişte li Sûriyê bi himber kirin li gel rejîma Esed, Bereya Nuser û Tirkên dagîrker û mîlîşyayên wê”.

Bilîmetîya van melaqan ew kure kirine û nabînin ku ev gotina wan ji alê lêkdan û darêştinê ve şaşe û formê baştir û baştirîn li ser himberkirina PKK ê bi Bereya Nuser û rejîma Esed cî bi cî nabe, ji berku heger desthilatdarîya PKK ê baştir ber ji her tiştî ew danpêdane bi başîya desthilata rejîma Esed û Bereya Nusre, lê bi awayekê ku tenê PKK e hinekî ji wan baştire.

Bi nerîna min ya rast û dirust wha bibêjn: xerab û xerabtir, anku danpêdan bi xerabîya desthilat û rêveberîya PKK ê were kirin û bi baştir ji destihlatdarên xerabtir were tefzîl kirin.

Belê raste, gelo xerabîya PKK ê ji xerabîya rejîma Esed û Berya Nusre kêmtire?

Gelo kesek dikare amarekê bi hejmara qurbaniyên Kurd yên bi çekên PKK ê? Hem dem hejmara qurbaniyên Kurd yên bi çekên rejîma Esed û Bereya Nusre hatine kuştin ji mere bşîne? Heger Ocalan bi devê xwe jî î’traf nekirbe bila, wexta ku li 23 tîrmeha sala 2008an gotî: “15 hezar kes di nava rêxistina PKK ê bi xwe de hatine tesfîye kirin”!

Pirs eve, gelo ji sala 2008an heya 2020an dibe ev hejmar gihîştbe çi qasî?

Pustên heman beş