Çima medya cîhanê Apo bi «Tirsinokê Xaîn» wesf kirîye?

Li roja 1/6/1999an, Abdulla Ocalan li mehkemê daxwaza efoyê û gerden aza kirinê ji daykên eskerên Tirk kir, ew eskerên bi destê Gerîlayên PKK ê di dema 15 salan de hatine kuştin ku li wê rojê li hola mehmekê amadebûn û wêneyên ewladên xwe yên kuştî bilind kirbûn.
Ev yêk ji bo medyaya cîhanê şokekî mezin çêkir, lewma piştre bi rojekê anko li 2/6/1999an, hinek ji girîngtirîn rojnameyên cîhanê bi manşetên mezin Ocalan bi tirsinok wesf kir!
Daxwazîya Ocalan a efoyê ji malbatên eskerên Tirk, hemwext lave lava wî ji boy ku xwe qurtal bike û daxwazîya wî a çek danana PKK ê û xweçemandina wî, şokeke mezon bû ji bo medya cîhanê, poranîya rojnameyên gorîng û bi bandor, li wê demê Ocalan bi tirsinok bi nav kir û bi vî awayî:
The New York Times
“Yaxîbûyê Kurd pêşnyaza ragirtina şer himber qurtalkirina xwe dike”, Ocalan hemû cînayetên kuştinê û cînayetên din ku dozgerê giştî xistine bal, hildane serê xwe û înkar nekirin!.
The Washington Post
“Daxwaza efoyê a Apo şok ji bo alîgir û dijberên wî di heman demê de çêkir”, me bawer ji guhên xwe nekir, vê rojnamê Ocalan bi tirsinokê xaîn wesf kir bi awayekê ku ew nelayqî wê hemû xwînê ye ya ku zilamên wî rijandî!.
Corriere della Sera ya Îtalî
“Rengê wî ketbû, yê şepirze û tirsiyayî bû, bê çare û ze’îf bû, ew zilamê ku Tirkiye bo dema 15 salan tirsandî, îro yê daxwaza efoyê dike û jêre dibêje: bihêln ez bijîm û ji bo azadiyê bi xebtim!”.
La Repubblica ya Îtalî:
“Apo daxwaza efoyê ji mehmekê û dadwer kir û bi vî awayî: min rizgar bike û bihêle ez bijîm, daku PKK ê bê çek û bê tesîr bikim!”.
Le Journal ya Firensî:
“Ocalan pûşmane û dibêje: jiyana min rizgar bike û li mehkemê ji hevrêyên xwe xwest çekan danin!”.
Îksosiya ya Yewnanistanê:
“Ocalan daxwaza efoyê dike û Yewnanistanê sûçbar dike û got: Yewnanistanê piştigrî dida min û wê ez li dijî Tirkiyê han didam!”.
Tinos ya Yewnanistanê:
“Ocalan tu tiştek li mehkemê nego, tenê lave lava ji bo rizgar kirina xwe û hemû cînayetên xwe xistin bal Yewnanistanê!”.
The Daily Telegraph ya Berîtanî:
“Serkirdeyekê Kurd lave lavê dike jibo ku bijî!”.
The Times ya Lendenî:
“Ocalan li mehmekê mîna kesekê asayî xweya dikir ku nîqaşê li ser çarenivîsa xwe dike, ew bi tu awayî rengê serkirdeyên nemir yên şorşan nade!”.
The Independent ya Berîtanî:
“Ocalanê ku demekê mîna kirîzekê bû ji bo Tirkiyê, lave lavê ji mehkemê dike ji bo ku neyê bidar vekirin!”.
Lofîgaro ya Firensî:
“Ocalan daxwaza efoyê kir û ji dadwer re got: bihêle ez bijîm û wê PKK ê ji Tirkyeyê derxim!”.
Bild ya Almanyayê
“Ocalan daxwaza efoyê kir, erê ew li jêr tesîra maddeyên hişberê bû”?.
Moskofiskî Nofostî ya Rûsiyê:
“Apo derewa dike, ew kesekê belengaz û hesûde, fikra xwe bi tenê dike!”.
Loswar ya Beljîkî
“Ocalan xwe zelîl kir û tenê xwest canê xwe rizgar bike!”.
Hem dem di daxuyanîya wezareta karên derve ya Amerîkayê ku li roja 2/6/1999an de derketbû, wiha têde hatbû nivîsandin:
“Pêwîste Ocalan neyê bi darvekirin ji bo ku nebe sembuleke neteweyî di nerîna gelê Kurd de, sax hiştina wî di zindanê de baştire, ji ber ku bi vî rengî, ew dê mîna rêberê rêxistineke terorê bimîne di çavê gel de ku yê cezayê zindana heta hetayê jiyan dike.”