Dirbekê mezin bi çavkanîya darayî a PKK ê ket
Mezintirîn operasyona derbas kirina maddeyên hişberê ya rêxistina PKK ê li Bakurê Kurdistanê rastî şikestinê hat û ev dibe derbeyeke mezin ji bo çavkanîya sereke ya darayî a vê rêxistnê.
Dewleta Tirkiyê dirbekê mezin li çavkaniyên darayî ên rêxistina PKK ê xist wexta ku duh roja duşemî 14/12/2020an, pêtirî yek ton maddeyên hişberê ji corê Heşîş ên vê rêxistnê li Licê ya Amedê desteser kirî.
Li gorî daxuyanîya wezareta navxwe a Tirkiyê, hêzên dije terorê qasî yek ton û 16 kîlogiram maddeya Heşîşê li gundewarê Licê di dû veşargehan de desteser kirine.
Li gorî Yekêtîya Ewropayê û Polêsên navdewletî Interpolê, bazirganîya maddeyên hişberê çavkanîya sereke a darayî a rêxistina PKK ê ye.
Di vê derbarê de li dawîya sala rabûrî, Yekêtîya Ewropayê PKK e bi bazirganiya maddeyên hişberê sûçbar kirbû û ragihandibû, ji 2012 heya 2019an, vê rêxistinê milyarên dolaran ji vê bazirganiyê bi dest xistine.
Navenda Ewropî a li dûvçûna melefa maddeyên hişber û hîbûna hişberê ku bi “EMCDDA” tê nas kirin, raporeka hevpar a sala 2019an weşand ku li gel sazîya Polîsên Ewropayê Yoropolê amadekirîye û têde, rêxistina PKK ê bi bazirganiya herî berfireh a maddeyên hişberê li Ewropayê sûçbar kirîye.
Di raporê de hatîye: rêxistina PKK ê ku ji sala 2002 di kategorya Yekêtîya Ewropayê a terorê de bû, destekê herî beriz di bazirganîya maddeyên hişberê li Ewropayê de heye û bi rêya bazirganîya nemeşro’ a vê rêxistinê, bazarê maddeyê hişberê li Ewropayê zêde karaye.
Hemwexta evê raporê, rêxistna Polîsên Ewropayê Yoropolê di raporên xwe yên berê de, tesbît kir ku dahata salane a PKK ê ji bazirganîya maddeyên hişberê digihe nêzî 3 milyar dolaran.
Yoropol dibêje: PKK e ne tenê bi bazirganya hişberê sûçbare, lê belê ewê dest di rakêşana zaroyan di cîhana maddeyên hişberê de heye.