Teqînekê cêgirê waliyê Kabulê kuşt

Teqînekê cêgirê waliyê Kabulê kuşt

Bi sedema teqînekê ku îro li Kabula paytexta Efxanistanê çêbûye, cêgirê waliyê Kabulê yê bi navê Mehbubulla Muhîbî canê xwe ji dest da.

Berdevkê wezareta navxwe a Efxanistanê, Tariq Aryen daxuyanî ji bo medyayê da û got ku îro roja sêşemî 15/12/2020an li navçeya bi navê Mîkroreyan-4 a navenda Kabulê, bombeke çandî bi otombêla cêgirê waliyê Kabulê Mehbubulla Muhîbî teqîya û bi wê sedemê canê xwe ji dest da.

Dest nîşan kir, Mehbubulla Muhîbî li gel sekreterê xwe di otombêlê de bûn û herdu kesan canê xwe ji dest da, dû ji zêrevanên wî jî birîndar ketine.

Berdevkê wezareta navxwe a Efxanistanê dibêje: hîna niha tu alîyan berpirsyarîya vê teqînê hilnedaye serê xwe, lê belê guman heye Tevgera Talîbanê kirbe, ji ber ku vê tevgerê kiryarên terorê yên hemawa li Kabulê encam dane.

Pustên heman beş