Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê sersaxî da malbata Şehîd Pêşmerge Ebdurehman Emîn, ku ji ber êrîşa çekdarên PKKê, li devera Amêdî şehîd bû.
Konsulxaneya Amerîkayê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Em sersaxî arasteyî malbata Mulazimê Yekem Ebdurehman Emîn dikin ku di rûbirûbûnekê de ligel çekdarên PKKê li nêzîkî Amêdî ya ser bi parêzgeha Duhokê jiyana xwe ji dest da.”
Pêşmerge Ebdurehman Emîn şeva 13ê Kanûna 2020an, ji ber êrîşeke çekdarên PKKê, li gundê Dêreşî yê ser bi navçeya Amêdî ya li parêzgeha Duhokê şehîd bû.
Êrîş û tevgerên çekdarên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li nav axa Herêma Kurdistanê, bûye sedema nîgeraniya konsulxane û nûnerên welatan, berî niha jî Konsulê Giştî yê Brîtanya yê li Hewlêrê tevî peyama sersaxiyê li malbata wî şehîdî, PKK weke rêxistineke terorîst bi nav kir û ragihand; divê çekdarên vê rêxistinê ji axa Herêma Kurdistanê nemînin.