Ji Mişkan Pezkovî ji dayik nabin!
Xuya dibe hêdî, hêdî Generalê me anku Mezlûm Ebdî, ji wê rêya rast ya girtî ber xwe dûr dikeve û êdî hema bêje wexta wê yekê ye careke din bikeve bin bandora PKK ê û telîmatên wê, weke diyar givaşên grûpa Enqerê bi taybetî Cemîl Bayik li ser rojava kurdistanê bi giştî û bi taybetî li ser Mezlûm Ebdî cîhê xwe girtiye û Mezlûm Ebdî jî alayê spî hilgirtîye û çi dî nikare xwe li ber wan givaşan bigire, loma ji neçariya xwe daxuyaniyên ne li gor heza xwe dide.
Piştî ku çendîn caran Mezlûm Ebdî daxuyanî ji çapemeniyê re day û têde sipasiya Mes’ûd Barzanî û rayedarên din ên başûrê kurdistanê krî û pesna wan day li dor alîkarya wan ji bo Rojava Kurdistanê, piştî ku Mezlûm Ebdî, weke fermandarê giştî yên hêzên Sûriya demokratîk QSD ê çendîn gavên baş ji bo lihevhatina di navbera PYND ê û ENKS ê avêtî û guh neday xwastek û huşdariyên Qendîlê, û çendîn caran ji bal rêveberên PKK ê yên li Qendîlê ve hatî hişyar kirin ku nêzî rêveberên başûr nebe, weke xweya dike êdî taqeta Mezlûm Ebdî li himber van givaşan bi dawî hatye û dixwaze balansekî dinavbera daxuyaniyên xwe li ser QDP ê û PKK ê de çêke!
Bûyerên çend mehên li Başûrê Kurdistanê tên jiyan kirin pêwendiyek raste rast bi mijara danûstandinên dinavbera hêzên kurdî yên rojava û rêkeftina şengalê a dinavbera Bexda û Hewlêrê heye, PKK e dixwaze bi çêkirina kaosê û karên provaksîyon li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji aliyekê li dijî wan lihevhatina bisekine daku bikare kemera şî’î ku Îran jê re dibîje “mîhwerê miqawemetê” û berjewendiyên xwe yên hizbî bparêze, ji aliyek din dixwaze şikestina xwe ya leşkirî û paşvekişî û şikestina xwe ya li himber dewleta tirk li başûrê kurdistanê bipeçine û ji bîra gel bibe.
Çima PKK e li dijî lihevhatina hêzên kurdî yên rojavaye?!
Jiberku wê lihev kirina hêzên kurdî li rojavayê kurdistanê, di asta şêweyê rêvebirin û pirensîbên wê de gohertinên dîrokî bixulqîne, wek pêvajoya sala 1998an de di navbera PDK ê û YNK ê de ku bi peymana Waşinton hatî naskirin li rojava jî ew pêvajo di meşe û ev yek li gor xwasteka grûpa rêveber a PKK ê “grûpa Enqerê” nîne jiberku weke pêş niha me êmaje pê kirî ev yek li gor berjewendiyên hizbî yên PKK ê û vê grûpê nîne.
Rêveberê PKK ê Cemîl Bayik, di 7ê Tebaxê da hevpeyvînek li gel televizyona Stêrk encam da. Di axaftina xwe da Bayik, ku zêde naderkeve pêşberî çapemenîyê lê dema derdikeve jî, jehir ji devî dibare, ji bilî hêzên dagirker, zêdetir êrîşî hêzên kurdistanî kir. Wî bi gotnên virtûvala behsa faşîzma AKP ê-MHP ê kir, lê bi t awa bas li dewleta Tirkiyê nekir. Bayik bi awayekî ne raste rast êrîşî ser şexsê Mezlûm Ebdî kir.
Cemîl Bayik destpêkê êrîş birin ser Rojavayê Kurdistanê û weha got: “heke hûn dixwazin ji bo rojava sipasiya kesekî bikin, wê demê pêwîste sipasiya serok Apo were kirin.” mebesta Cemîl Bayik li vir ewe ku Şahîn Cîlo sipasiya Mes’ûd Barzanî kirbû. Tiştê ku PKK e û Cemîl Bayik tengezar krî ev yêke bû. Ji ber ku serkirdayetiya PKK ê hewl dide Başûrê Kurdistanê di nav Kurdan de bê nirx bike, şermezar û biçûk bike, lê rêveberiya rojava heman dem da, sipasiya karbidestên PDK ê û Barzanî dike ku di demên dijwar de alîkarya wan kirîye. Ev sedeme ku Cemîl Bayik gefên tund li Şahîn Cîlo dike û lê bixure.
Mijara Serekî ku Bayik jê aciz dibe, nêzîkbûna di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê daye. Gelo ji ber ç? Ji ber ku ji bo Cemîl Bayik, Kurdistan tenê PKK eye, tiştê ku neyê PKK ê bît, ew ne Kurdistan e. Ji ber ku ji bo Cemîl Bayik PKK e ji kurdistanê mezintire.
Piştî vê daxuyaniya Cemîl Bayik çendîn carên din jî Bayik û rêveberên PKK ê daxuyanî li dijî Mezlûm Ebdî dane û ber lingên wî teng kirîne, bi awayekî ku gihîşt astekê ku PKK e bixwaze Mezlûm Ebdî ji posta wî dor bke û kesek din li cîhê wî dane, lê belê jiberku PKK ê baş dizanî wê Emerîka rê bi vê yekê nede ev mijar sekinand lê gef, huşdarî û dijatî kirina wan ji bo Mezlûm Ebdî bi dawî nebû.
Karên provakîsyon yên PKK ê li dijî başûrê kurdistanê û helwesta Mezlûm Ebdî
Weke tê zanîn karên provakîsyon yên PKK ê li Zînê Wertê destpêkirin û heya niha didomin, roj naçe PKK e karekî provakîsyon li Başûr encam nede, weke kurdên başûr dibêjn hema hema bêje “PKK e kulavê xwe ji bo şer kirinê difiroşe”, PKK ê li Zînê Wertê qîyamet li ser serê hikûmeta herêmê rakir, paşan rêveberê deriyê sînorî yê Serzêrê teror kir, boriya nefta hikûmeta herêma kurdistanê ku qwîtê gelê başûr bû li Tirkiyê teqand, li Çemankê mayîn li ser rêya pêşmergeyan teqand û pêşmergeyek şehîd û sê yên din brîndar kirin, lê belê dengê Generalê me nehat, bi tenê eve nebe ku di daxuyaniyekê de ji bo çapemeniyê ragihand “di bûyerên di navbera PKK ê û PDK ê de li başûrê kurdistanê em bê alî di sekinin”, li virr ji bilî ku Mezlûm baş fêm dike ev “bûyer” ne dinavbera PKK ê û KDP ê de ne belku dinavbera PKK ê û hikûmeta başûr de ne û dizane ku PKK eye sedem lê bi zanebûn weke bûyerek di nêvbera KDP ê û PKK ê de dide nîşandan, daku bikare xwe ji êrîşên grûpa Enqerê biparêze, lê piştî ku li dawî car PKK ê li Amêdiyê êrîşî ser pêşmergeyan kir û pêşmergeyek şehîd xistî, Mezlûm ‘Ebdî di hesabê xwe yê twitterê de got “êrîşa KDP ê ya li Amêdiyê li dijî gerîlayên PKK ê cîhê şermezariyê ye”! Gelo kê êrîşî kê kiriye?! Ma qey Generalê me ewqas çavgirtî û dûr ji bûyerane ku nizanibe kê êrîşî kê kiriye û vê daxuyaniyê dide?! Yanjî dixwaze careke din vegere bin destê Cemîl Bayik û grûpa Enqerê?!
Êrîşên ser baregehên ENKS ê
ji bilî karên provakîsyon yên PKK ê li başûrê kurdistanê, li rojava jî PKK ê dest bi çalakiyan kiriye, yekem car ev çalakiyên PKK ê bi rêya daxuyaniyên qadroyên wê yên li bin bandora Qendîlê de bûn û hertim êrîşî ENKS ê dikirin û berevajî axaftinên di giftûgoyan de daxuyanî didan û bas li rawestandin û bê encam bûna giftûgoyan dikir, paşan dest bi îrîşa ser baregehên ENKSê kir û di vê çarçûvê de di vê hefteyê de her yek ji ofîsên ENKSê yên Dirbêsiyê û ‘Amûdê şewtandin û gulle li wan baregehan reşandin, ev yek li bin guhê general Mezlûm Ebdî hat encamdan lê belê general Mezlûm pir bi hişyarî bê ku PKK ê sûçbar bike (tevî ku baş dizane PKK e sûçbare), bi aramî di hesabê xwe yê twitterê de nivîsand “mafê tu kesê nîne êrîşî baregehên ENKS ê û tu partyên syasî li rojava bke”, jiberku baş dizane ger bi peyvekê jî bas li wan kesa û wî alî bke yê ku ew kar li dijî baregehên ENKS ê encam day wê bersiveke tund wergire, berisvek ewqas tund ku dibe bi kuştina wî bi dawî bibe. Baştir ewe general Mezlûm ev bûyer ku di bin desthilata wî de rûday şermezar kiriba, ne wek hatiba û bûyerên başûr ku dûrin ji wî û haydariya wî berevajî kiriba û bi dilê PKK ê daxuyanî daba, jiberku her kes dizane bûyer bi t awa qewimîne û pêwîste kî were şermezarkrin.
Bi rastî jî ev axaftina me ya berê pir rast derçû, şîrovekirineke wiha ku mrov roleke pirr mezn bide Mezlûm Kobanî û bibêje vî kesî xwe ji PKK ê dorxistîye ev yek wê şîroveyek şaş be, ji ber ku Mezlûm Kobanî bi salan di rêveberiya PKK ê de cî girtîye û di nava PKK ê de bi awayekî piraktîkî û pêkanîna kar û siyaseta PKK ê xwe pêşxistîye, di salên destpêkî yên pêvajoya rojava de, li salên 2011-2014an, Mezlûm Kobanî roleke serekî û bingehîn di derxistina ENKS ê û ew partiyên ne girêdayî bi PKK ê ve li rojava hebûye, yanî Mezlûm Ebdî “Şahîn Cîlo” ne firîşteyeke, wî jî nanê PKK ê xwariye, û her kes vê yekê dizane.
Bi rastî jî her wek çewa ji Mişk a Pezkovî yên azad yên ser çiya û zinarên Kurdistanê ji dayik nabin, ji PKK ê jî kesên azad û wilatparêz û kurdperwer dirust nabin.