PKK e li Zapê tê hedef kirin

PKK e li Zapê tê hedef kirin

Balefirên cengê yên dewleta Tirkiyê liv û tevgerên çekdarên rêxistina PKK ê li Başûrê Kurdistanê hedef kirin û zirarên canî pêre xistin.

Li gorî agahiyên ku wezareta bergiriyê a Tirkiyê ku îro roja çarşemî 16/12/2020an, li ekawinta xwe a Twitter ê parve kirine, balefirên cengê nuqteyên PKK ê li navçeya Zapê hedef kirine û çekdarekê rêxistinê canê xwe ji dest dayî ye.

Ev êrîş hemwexta êrîşên rojên derbasbûyî ên navçeyên Gare, Dêrelok û Şêladizê tê ku herî kêm 5 çekdarên PKK ê têde canê xwe ji dest dane.

Rêxistina PKK ê û balê wê yê leşkirî, tu agahî li derbara êrşa îro û êrîşên rojên derbasbûyî parvenekirine.

Pustên heman beş