Fermandareke Pêşmergeyê Kurdistanê aşkera dike ku otomobîlên camreş û bê hejmar ên PKKê li xanesor û Sinûnê û devera Şingalê berdewam hatûçûnê dikin û heta naha jî PKK nav Şingalê de ye.
Îro 17.12.2020ê fermandarê fermandariya Şingalê ya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Mîrza Xelef ji BasNewsê re aşkera kir, heta naha PKK li devera Şingalê di çalakiyên xwe de berdewam e û hîn Şingal vala nekirine, tenê alên xwe anîne xwarê û cilûberg guhertine.
Herwaha diyar kir, berdewam PKK bi otomobîlên camreş û bê hejmar li nahye û wargehên ser bi Şingal û navenda qezayê hatûçûnê dikin.