Balefiran 3 çekdarên PKK ê li Avaşîn hedef kirin

Balefirên cengê yên dewleta Tirkiyê liv û tevgerên çekdarên PKK ê li Başûrê Kurdistanê hedef kirin, 3 çekdaran canê xwe ji dest dane.
Li gor agahiyên wezareta bergiryê a Tirkiyê ku îro roja şemî 19/12/2020an li ekawinta xwe a Twitter ê parvekirine, balefirên cengê liv û tevgerên çekdarên PKK ê li navçeya Avaşîn a li Başûrê Kurdistanê hedef kirine.
Dest nîşan kir, di êrîşê de, 3 çekdarên PKK ê hatine hedef kirin û canê xwe ji dest dane.
Ev êrîş hemwexta êrîşa 24 sa’etên derbasbûyî tê ku dewleta Tirkiyê li sînorê Zaxo, Amêdiyê û Dêrelokê encam dayîne.
Rêxistina PKK ê hêjan tu agahî li derbara van êrîşan û ji dest dayîna çekdarên xwe parevenekirine.