Cebilxaneyeke çeteyên Tirkiyê teqya û 6 çekdar kuştin

Cebilxaneyeke çeteyên Tirkiyê teqya û 6 çekdar kuştin

Cebilxaneyeke çekan a girêday komên çeteyên Tirkiyê li gundewarê Efrînê a Rojava Kurdistanê teqiya û 6 çekdar kuştin.

Nerîngeha Sûrî a mafên mirovan eşkere kir, îro roja şemî 19/12/2020an, cebilxaneyeka girêday mîlîşya bi navê Ehraruşam ku Tirkiye piştgiriyê didetê, li gundewarê Efrînê teqiya, 6 çekdarên wê komê kuştin.

Teqîna îro, hemwexta teqînên duh yên cebilxaneyên koma Ehraruşam li gundê Colqan yê Cindrêsa navçeya Efrînê tê ku têde 5 çekdarên wê komê hatbûn qetil kirin.

Li gor nerîngeha Sûrî ya mafên mirovan, li rojên derbasbûyî jî, li navçeya M’êbtilî a gundewarê Efrînê ku li jêr kontrola Tirkiyê de ye, mayînek bi otumbêleke leşkirî ve ya koma Bereya Şamîye teqiya bû û hinek çekdarên ku di otombêlê de bûn, birîndar ketine.

Pustên heman beş