Şêwirmenda Esed: Em ser çend mijaran rêkeftin, lê HSD’ê îmze nekir

Şêwirmenda Esed: Em ser çend mijaran rêkeftin, lê HSD'ê îmze nekir

Şêwirmenda Serokê Sûriyê radigihîne, ew bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re li ser al û yekîtiya xaka Sûriyê li hev kirin, lê HSDê îmze nekir.

Şêwirmenda Serokê Sûriyê Buseyne Şaban di hevpeyvîneke televizyonî de ragihand, ew bi HSDê li ser al û yekîtiya xaka Sûriyê li hev kirin, lê ji ber ku HSDê îradeya xwe daye dest Amerîka, ew rêkeftin îmze nekir.

Şêwirmenda Serokê Sûriyê zelal nekir ku axaftina wê girêdayî pêşhatên niha li Eyn Îsa û gundewarê wê dibin e, yan girêdayî hemû herêmên ku di bin kontrola HSDê de ye.

Ev daxuyaniyên Şêwirmenda Serokê Sûriyê di demekê de ye, êrîşên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê li ser Eyn Îsayê zêde bûne. Di heman demê de jî Rûsya hewl dide wî bajarokî radestî rêjîma Sûriyê bike.

Pustên heman beş