Beşîkçî: PKK li ser daxwaza dujminên kurda dixwaze qewaraya Herêma Kurdistanê têk bide

Beşîkçî: PKK li ser daxwaza dujminên kurda dixwaze qewaraya Herêma Kurdistanê têk bide

Nivîskarê navdar ê Tirkiye û dostên kurdan Îsmaîl Beşîkçî dibêje PKK li ser daxwaza Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriyê dixwaze qewaraya Herêma Kurdistanê têk bide.

Di gotara xwe ya bi navê “Hevbeşiya PKKê ligel Heşdî Şabî li Herêma Kurdistanê”  de dibêje PKK ligel Heşdî Şabî hewl dide Şingalê ji Herêma Kurdistanê dûr bixe û cext dike ku PKK li ser daxwaza Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriyê têkdana qewareya Herêma Kurdistanê dike armanc.

Di gotara xwe de Beçîkçî:” Heşdî Şebî rêxistineke neyarê kurd û Kurdistanê ye. DAIŞ çî ye, Heşdî Şabî jî  heman tişte. Heşdî Şabî rêxistineke nîne ku balekî wê hebe. Em dikarin bêjin din ava Heşdî Şabî de çend bal hene. Di nava hemûyan de yek hevbeşî heye û hemû jî dijminên kurd û Kurdistanê ne.”

Herwiha Îsmaîl Beşîkçî dibêje PKKe hevbeşiyê ligel Heşdî Şabî dike û hewl didin qewareya Herêma Kurdistanê jinav bibin. Beşîkçî dibêje PKKê di sala 1980yî de serbixwebûna Herêma Kurdistanê kir armanc lêbelê niha li ser daxwaza Îran, Iraq, Tirkiye û Sûriyê hewl dide statûya Herêma Kurdistanê ji nav bibe.

Pustên heman beş