Fermandarekê mîlîşa Sultan Murad tê kuştin

Fermandarekê mîlîşa Sultan Murad tê kuştin

Herêma Efrînê a Rojava Kurdistanê di xeratibirîn rewşa ewlehiyê de derbas dibe, di 24 demjimêrên derbasbûyî de komên çekdaran û mîlîşyayên girêdayî Tirkiyê, hejmareka cînayetan lê encam dane.

Li gorî nerîngeha Sûrî a mafên mirovan, di dema 24 demjimêrên derbasbûyî de, çendîn bûyerên nexweş li Efrînê û navçeyên wê çêbûne, komên çekdarên girûpa Sultan Murad ya girêday Tirkiyê, li taxa Eşrefiyê a Efrînê bi ser malekê de girtine û gulle berdane jinekê û xwestin wê û ji mala wê derxin.

Dest nîşan kir, di tolhildana vê jinê de, kesekê malbata wê bi demancê gulle berdane fermandarekê koma Sultan Murad û kuşt.

Nerîngeha Sûrî eşkere kir, li bajarokê Colqan yê girêday Cindrêsê, şêniyên bajar û çekdarên girûpa Hemze a girêday Tirkiyê, bi hev çûne.

Her di vê derbarê de, polîsên serbazî ên girêday Tirkiyê, 3 şênî li nexweşxaneya Ezazê desteser kirin ku di pevçûnên li gel komên çekdaran de birîndar ketbûn.

Komên çekdarên girêday Tirkiyê, ev dema 3 mehane bi awayekî sîstmatîk bi ser malên xelkî de li Efrînê digrin û wan tehdîd dikin, bi amanca wê yekê wan naçar bikin malên xwe bi cî bihêln ji bo ku guherîna demografî li navçeyê bê kirin.

Pustên heman beş