Korona gihîşt dûrtirîn ciyê dinyayê

Korona gihîşt dûrtirîn ciyê dinyayê

Heya rojên derbasbûyî, yekemîn ciyê ku vîrosa Koronayê neghîştbû wê derê, Cemsera (qutb, polê) Başûr a dinyayê bû, lê belê vê nexweşiyê rêyek ji bo xwe çêkir û derbasî wê derê bû.

Vîrosa Korona a nû  COVID-19 li dawîya sala rabûrî 2019an derket û ji herêma Wuhan a Çînê derbasî hemû kêşweran bû, tenê navçeya Antarkitîka ku bi hezara kîlometroyan ji kêşwerên din ên dinyayê dûre û hejmareke her kêm a merovan lê jiyan dikin, mabû.

Li gor pêgeha daily mail a Berîtanî, vîrosa Koronayê karî rêyekê ji bo xwe çêbike û derbasî vî ciyê dûr dest bibe, wexta ku li bingeha bi navê Ohîgêniz a lekolînan ya Çîliyê li navçeya Antarkitîka belavbûyî.

Vîrosa Covid ê bi rêya hinek pêdawîstîyan di nava gemyekê de li dawîya meha rabûrî ghîştibû vê bingeha lekolînan, wexta ku ev gemî vegerî bendera Talkahwanu a başûrê Çîliyê, testên Koronayê ji bo tîma wê hatin encam dayîn û pozetîv derketin.

Daily Mail eşkere kir ku piştre her zû test ji bo endamên bingeha Ohîgêniz hatin encam dayîn û eşkere bû ku 36 kes li wê bingehê bi Koronayê ketine.

Pustên heman beş