Hat ragihandin ku li Iraqê, 2 bombe bi karwanên hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê de hatin teqandin.
Çavkaniyeke ewlehîyê ya Iraqê ragihandiye ku roja duşemê 21ê Kanûnê li parêzgeha Babilê bombeyek bi karwaneke lojistîk a hevpeymaniyê de hatiye teqandin ku ziyan tenê li ser wesayîtan çêbûye.
Herwiha diyar kiriye kur teqîna duyem jî dîsa roja duşemê li ser rêya El-Nasiriyê çêbûye û bombeyek bi karwaneke din de hatiye teqandin û hêzên parastina karwanê birîndar bûne.