Serok komarê Tirkiyê eşkere, dewleta Tirkiyê bi tu awayî pabendî dadgeha mafên mirovan a Ewropayê nabe û Selahetîn Demîrtaş, nayê azad kirin.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê got, zindanîkirina Demirtaş li dijî 5 madeyên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye û divê Demirtaş demildest were berdan.
Serokomarê Tirkiyê da xuyakirin, ew pabendî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a azadkirina Selahetîn Demîrtaş nabin.
Li gor rojnameya Hurriyetê, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan, di beşdariya civîna Desteya Bilind a AK Partiyê de derbarî biryara Dadgeha Ewropa ya Mafên Mirovan de axivî û got, hîn proseya hiqûqî ya navxweyî temam nebûye û hîn dadgehên Tirkiyeyê biryarên dawî nedane.
Erdogan got: Dadgeha Mafên Mirovan, derbarî terorê de hemû biryaran dipejirîne, li dijî Tirkiyê biryaran dide û alîgirên xwe diparêze. Erdogan diyar kir, ew pabendî biryarê nabin.
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, derbarê Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan Selahattin Demirtaş de biryara xwe da û aşkere kir, zindanîkirina Selahatin Demirtaş li dijî 5 madeyên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye û divê Demirtaş demildest were berdan.