James Jeffrey “HSD e” ji çar xeletiyên kujek hişyar dike

James Jeffrey"HSD e" ji çar xeletiyên kujek hişyar dike

Nûnerê berê yê Amerîka li Sûriyê, James Jeffrey, “HSD” ji çar xeletiyan hişyar kir, ji ber berdewamiya kontirola xwe li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, û Jeffrey bawer kir ku girtina “HSD ê”, yek ji wan her çar tedbîran, “dikare bibe sedema derbên kujek ji boy wê.

Jeffrey di gotarekê de li Navenda Lêkolînê ya Wilson li Washington, ku ew niha seroka Bernameya Asyaya Rojava ye, got ku divê HSD e xwe ji wan 4 xeletiyan bavêje, ku ev in:

  1. Qut kirina şandinên neftê ji bo Şamê.

  2.  Xweserî yan serixwebûna ji Sûriyê.

  3. Xurt kirina pêwendiyên digel PKK ê ku weke komek “terorîst” tê hesibandin.

  4.  Êrîş kirina ser Tirkiyê ji bakurê rojhlatê Sûriyê.

Wî diyar kir ku “HSD e” zeviyên neftê li bakurê rojhilata Sûriyê kontrol dike ku berhema wê digehe dora 100,000 bermîl di rojê de, ku beşek jê li bakurê rojhilata Sûriyê tê xerckirin.

Jeffrey diyar kir ku bêyî desteka desteke din, an jî di rewşa ku hêzên Amerîkî ji Sûrîyê derkevinzehmete ku HSD e hevgirtina xwe bidomîne, û jiber tunebûna hêzek hewayî û wendabûna pêbawerî û helwesta wê di nav civakên Erebistanê de.

Jeffrey her wiha axiftina xwe wiha domand: HSD e nikare bidome heger hêzên Amerîkayê hatin vekişandin, ji ber ku rejîma Sûriyê û Rûsya jî wê êrîşî navçeyên jêr desthilata wê ken û wê çaxê ew nikare wan navçeyan biparêze.

Li gorî Jeffrey, “HSD e” di rahênan û çekan de hewceyî piştgirya leşkerîya rasteraste, hemwext piştigrîya dîplomatîkîya Amerîkayê ji bo paşdexistina hewildanên leşkerî û siyasî yên ku ji hêla Tirkiyê, Rûsya û hukûmeta Sûrî ve ji bo lawazkirina HSD ê tên meşandin.

Pustên heman beş