Medyaya Amerîkayê: Eger heye Balyozxaneya Amerîkayê ji bo Hewlêrê were veguhestin

Medyaya Amerîkayê: Eger heye Balyozxaneya Amerîkayê ji bo Hewlêrê were veguhestin

Medyaya Amerîkayê ji ser zarê dîplomatkarekî welatê xwe belav kiriye ku egera zor heye ji ber berdewamiya êrîşan, balyozxaneya Amerîkayê li Bexda ji bo Hewlêrê yan jî ji bo binkeya Esed a li rojavayê Iraqê were veguhestin.

Malpera Axios a Amerîkayê di raportekê de belav kiriye, Amerîka amadekariya wê yekê dike balyozxaneya xwe ya li Bexdayê bibe yan Hewlêrê yan jî binkeya asmanî ya serbazî ya Esed li rojavayê Iraqê.

Herwiha Axiosê belav kiriye berpirsên Amerîkayê ji ber êrîşên bi berdewamî bo ser balyozxaneyê amadekariyên veguhestina balyozxaneyê dikin û amadekariyan dest pê kiriye.

Di raportê de Axiosê ligel balyozê Amerîkayê li Bexdayê Mathew Toller jî axivîye û Toller jî amadekariyên veguhestinê piştrast kiriye.

Pustên heman beş