Yê ku vî zilamî tehdîd dike ne emin

Yê ku vî zilamî tehdîd dike ne emin

Mîlîşa Esab Ehlulheq a şî’e li Îraqê îro ragihand ku aliyê Mistefa Kazimî yê serok wezîr tehdîd dike, pêwendîya wan pêre tuneye.

Mîlîşa Ehlulheq îro roja şemî 26/12/2020an di beyaneke nivîskî de eşkere kir, aliyê ku serok wezîr Mistefa Kazimî bi ceza kirinê tehdîd kirî heger êrîşa rêberê wan Qeys Xezalî bike, pêwendîya girûpa wan a çekdarî pêre tuneye.

Ji duh roja înî, di sosiyal medyayê de daxuyanîyek û hinek dîmenên vîdyoyî yên mîlîşya Ehlulheq belav bû û têde Mistefa Kazimî hatîye tehdîd kirin ku heger Kazimî êrîşa Qeys Xezalî ê şêxê wan bike, wê were ceza kirin.

Ev daxuyanîya tehdîd kirinê li ser navê Neîm Ebûdî yê peyivdarê mîlîşya Ehlulheq hat belav kirin ku gotbû: Ew ji bo parastina rumeta Îraqê tev digerin û heger Kazimî êrîşa şêxê me yê Xezalî bike, emê wî ceza bikin.

Vê daxuyanîya mîlîşya Ehlulheq karvedan li pey hatin, lewma îro wê girûpa çekdar daxuyanîyek nivîskî parve kir û go ku tehdîd kirina Kazimî ji hêla wan ve nehatîye kirin.

Pustên heman beş