Serokê giştî yê Partiya Azadiya Kurdistanê PAKê li derbarê êrîşa ku li rojên rabûrî li ser Dr. Îsma’îl Beşîkçî hatîye kirin ragihand ku ev êrîş nirxên Kurdan hedef dikin, ew nirxên ku birêz Beşîkçî bi îsrar wan di parêze.
Mustafa Ozçelîk di vê derbarê de daxuyanî parve kir, ev jî tekista wê ye:
“Di van rojên dawîn, di tora civakî (sosyal medya) de li ser Birêz Dr.Îsmaîl Beşîkçîyî hin êrîş têne kirin.
Di serî da dixwazim bibêjim ku ez van êrîşan şermezar dikim. Divê bê zanîn ku êrîşa li Birêz Dr. İsmail Beşîkçîyî tê kirin, di eslê xwe de êrîşa li dijî wan nirxên Kurdistanî ye ku Birêz Beşîkçî, bi bi îsrar wan diparêze.
Weke hemû birêvebir û endamên PAKê, digel hest û ramanên xwe yên Kurdistanî em ligel mamosteyê hêja Birêz Dr. Îsmaîl Beşîkçîyî ne.
Birêz Dr. Îsmaîl Beşîkçî zanyarekî Tirk ê hêja ye ku rastîya Kurdistanê bi daneyên zanistî pêşkêşî civatê dike.
Birêz Dr. Îsmaîl Beşîkçî mafê çarenusî ya miletê kurd bi awayekî bêdudilî parastîye û bi vê boneyê jî 17 salên temenê xwe di nava zindanê da derbas kirîye.
Birêz Beşîkçî li gorî wan pîvan û nirxên zanistî yên navnetewî , zanistekî li Tirkîyeyê û li Kurdistanê kêmdîtî ye. Helbet mafê hin sîyasetmedar û rewşenbîran heye ku rexneyan li hin dîtin û pêşnîyarên Birêz Beşîkçîyî bikin. Lê heqareta li dijî şexsê wî, keda wî, fedakarîyên wî, fikir û raman û nirxên ku diparêze; di eslê xwe da heqareta li dijî nirxên mirovahî û wicdanî ye, li dijî parastvan û alîgirên doza Kurdistanê ye.
Berî her tiştî wazîfeyeke mirovî û neteweyî û Kurdistanî ye ku li hemberî êrîşên li ser Birêz Dr. Îsmaîl Beşîkçîyî têne kirin, em bi dil û can li ba wî bin û rêzê li vî mirovê nefsbiçûk, fedakar û hêja bigirin.
Em bangî hemû partîyên Kurdistanî, bangî hemû sîyasetvan , rewşenbîr , û rihsipîyên welatperwer ên Kurd û Kurdistanî dikin ku li cem Birêz Dr. Îsmaîl Beşîkçîyî bin.”
Mustafa Ozçelîk
Serokê Giştî yê PAKê