Termê fermandeyekî YPG ê li nav çemê Ceqceq yê bajarê Qamişlo de hat dîtin.
Li gorî agahiyan, duhî termek li nav çemê Ceqceq yê bajarê Qamişlo de hat dîtin.
Paşê hat zanîn ku ew kesê ku termê wî hatiye dîtin, fermandeyekî YPG ê bûye û navê wî jî Alan Şêxmûs bûye.
Tê gotin ku dewsa sê fîşekan li ser serê wî tê dîtin, lê hîn nayê zanîn çima û çawa hatiye kuştin.
Fermandarîya YPG ê hêjan tu agahî li derbarê kuştina vî fermandarî nedane.