PKK e li Berê Gare û Zinara Kêste tê hedef kirin

PKK e li Berê Gare û Zinara Kêste tê hedef kirin

Balefirên cengê yên dewleta Tirkiyê îro êrîşî nuqteyên rêxistina PKK ê li Başûrê Kurdistanê kir û hejmareke roketan li devera Berê Gare xistine.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja çarşemî 30/12/2020an, balefirên cengê yên dewleta Tirkiyê, dû caran li çiyayê Bêsmitî ku dikeve devera Berê Gare li sînorê parêzgehîya Dihokê, liv û tevgerên çekdarên PKK ê hedef kirin.

Dest nîşan kir, êrîş li b taybet li milê Garey pêkhatîye ev ciye dikeve sînorê qezaya Amêdiyê, agahî li derbara zirarên PKK ê nehatine bi dest xistin, lê belê li gor dîmenên vê êrîşê ku ji boy pêgeha me hatine şandin, domaneke mezin li ciyê ketina roketan beriz bûye.

Çavkanyên pêgeha Darka Mazî li başûrê Kurdistanê her wiha eşkere kir, di êrîşeke din de ku balefirên cengê îro li sa’et 10:40ê berî nîvrojê, nuqteyên çekdarên PKK ê li deverên bi navê Gopikî ku dikeve serê Zinarê Kêste li bakurê gundê Kêsta kevin li devera Berwarî Bala hedef kirine.

Eşkere kir, di vê êrîşê de, balefiran dû roket  li nuqteyên PKK ê dane û dîmenên vîdyoyî yên ku ji bo pêgeha me hatine şandin, domana ciyê bûyerê bi zelalî derxistîye.

Êrîşa îro hemwexta êrîşên dû rojên derbasbûyî tê ku balefirên bê pîlot yên dewleta Tirkiyê li Avaşîn hereketa PKK ê hedef kirbû û 10 çekdarên rêxistinê kuştin.

Pustên heman beş