Bajêrê Bexda yê paytexta Îraqê, careke din weke xerabtirîn ciyê jiyanê li ser asta dinyayê tê dest nîşan kirin, her wiha Viyena jî weke baştirîn bajêr.
Di encama lêkolîneke dezgeha kompaniya aboriyê ya bi navê Mercer ê ya salane dike de, Bexda weke bajarê herî xerab ê ser rûyê erde hat dest nîşan kirin, Her wiha Vîyana jî weke baştirîn bajarê cihanê dest nîşan kiriye.
Dezgeha kompanyayê ya aborî Mercerê ku her sal derbarê bajar û paytextên welatan de lêkolînan çêdike û belav dike daye zanîn, paytextê Awistûrya Vîyana bajarê baş ê cihanê ye ji bo jiyanê û payxtexta Îraqê Bexda jî xerabtirîn bajarê cihanê ye li ser rûyê erde ji bo jiyanê.
Li gorî raporta Mercerê, di rêza bajar û welatên herî baş di rêza yekem de Vîyana û bi rêza duyem jî re Zurîx û rêza sêyem jî Okland cîh digire, Her wiha li ser asta welatên Erebî jî, bajarê herî xweş ê Erebî Dubai ye ji bo jiyanê û li ser asta cihanê jî di asta 75an de cîh digire.
Bajarê herî xerab ji bo jiyanê jî Bexda hatiye dest nîşan kirin, ku di rêza 230an de ye.
Hêjayî gotinê ye, bi dehan milîsên tûndrew li Bexdayê peyda bûne û rewşa emnî ya bajêr gelekî xerab bûye û ne artêşa Îraqê ne jî Hikûmet dikarin rewşa bajêr kontrol bikin û rojane li Bexdayê kiryarên terorîstî tên encamdan, balyozxaneyên welatên biyanî tên armanckirin.