Balefirên dewleta Tirkiyê îro çendîn caran çekdarên rêxistina PKKê li Başûrê Kurdistanê hedef kirin.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja çarşemî 30/12/2020an, balefirên dewleta Tirkiyê, çendîn caran çekdarên PKK ê li gundewarên parêzgeha Duhokê hedef kirin.
Dest nîşan kir, îro serê sibê li her yek ji çiyayên Gare û Zinara Kêşte a dikeve Devera Berwarî Bala çekdarên rêxistina PKK ê ji hêla balefirên Tirkiyê ve hatîne hedefkirin lê belê heya niha zirarên PKK ê nayên zanîn.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê herweha eşkere kir, di êrîşeke din de ku balefirên cengê îro li saet 8ê şev pêkanî, nuqteyên çekdarên PKK ê li devera bi navê Gamexelkê li Bakurê Gundê Kêste ê ser bi Kanî Masê ve) li Devera Berwarî Bala hedef kirine.