Li Îranê 3 mehkûmên ku bi sûcê «serhildana çekdar a dijî dewletê» dihatin sûcdarkirin hatin dardakirin.
Li Îranê cezayê 3 mehkûmên ku bi rêya endametiya koma selefî «Hizbul Furqan» ku li Îranê wekî rêxistina terorê tê qebûlkirin va bi sûcê «serhildana çekdar a dijî dewletê» dihatin sûcdarkirin, hat cîbicîanîn.
Ajansa Aktîvîstên Mafên Mirovan a Îranê (Hrana) ragihand, hersê mehkûmên bi navê «Hemîd Rastbala, Kebîr Seadet Cihanî û Mihemed Elî Arayeş» li bajarê Meşhedê li Girtîgeha Wekîlabadê hatin dardakirin.
Dadgeha Şoreşê ya Meşhedê par cezayê idamê dabû kesên navborî yên ku bi rêya endametiya koma selefî Hizbul Furqan û Eniya Hevkariya Neteweyî ya Ehlê Sunetê ya Îranê ku li vî welatî wekî rêxistina terorê tên qebûlkirin va bi sûcê «serhildana çekdar a dijî dewletê» dihatin sûcdarkirin.
Saziyên mafên mirovan ên navneteweyî yên ku biryarên idamê rexne dikin, diyar dikin ku pêvajoya darazê şefaf nîne.