Hengaw: Di sala 2020an de 17 zarok ji aliyê Îranê ve hatin desteserkirin 

Hengaw: Di sala 2020an de 17 zarok ji aliyê Îranê ve hatin desteserkirin 

Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ragihand ku 17 zarokên  kurd li bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi hincetên “Xebatên Siyasî” kirine, ji aliyê hêzên ewlehiyê ên Îranê ve hatine desteserkirin.

Îro roja yekşemê 3/1/2021an rêxistna mafê mirovan ya Hengawê derbarê binpêkirinên mafê mirovan li Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand, di heyama sala 2020ê de li bajarên Rojhilatê Kurdistanê 17 zarokên kurd ên temenê wan di jêr 18 saliyê de ji aliyê komara îslamîya Îranê ve hatine desteserkirin.

Hengawê daye xuyakirin ku ew zarok bi tohmeta ‘’xebatên siyasî” hatine desteserkirin û temenê 2 zarokan ji wan jî di bin 18 saliyê de bû.

Hengawê di beşeke din a raportê de daye eşkere kirin 9 ji wan zarokên hatine desteserkirin ji Sine yê 6 kes jê ji Ormîyê û  2 kes ji wan jî ji Kirmaşanê bûne û di piroseya dadgehkirina wan zarokan de mafên mirovî û yasayî hatine binpêkirin û îşkenceya derûnî beramber zaroka hatiye kirin.

Pustên heman beş