PKK e û plana dujminkarî

PKK e û plana dujminkarî

Kolonel Idrîs Şeban Xefar

Beşa yekemîn

Ji kevin de dibêjin PKK e dujminê hizra serxwebûna Kurdistanê ye û îro civak gihişte wê têgeha hizrî û ketwarî ku PKK e bi ti awa di berjewenda gelê kurd de xebatê nake.

Lê belê, gelo me çi pêşgirtin kiriye jiboy vê plana dumdirêj a partîyeke çekdar a Kurdistanê di çarçûvê pergala aloz û ne aram ji aliyê abûrî û siyasî û îdareyî, ji pêxemet dirust nebûna şerê birakujî me qurbanî bi kûratîya 10an Km sînorê herêmî dan û pêtir ji 500 gundên parêzgeha Duhokê çûl kirîne û samanên çîyayî yên parêzgehê bi tevahî hatine pişt guh kirin û sedan malbat ji cotkariyê û mall û xaka xwe veqetiyane.

Ev hîzbe yan grope ji bilî bazirganiya bi Bakur, ji boy Başûr bûye metirsiyeke wek jehirê di bazirganiya maddeyên hişber de, li sala 2017ê da amarên metirsiyê 27% bûn, îro bûne 57% û bingeha vê bazirganiyê dikeve deverên çîyayî yên bajarokê Soran yên li jêr rikêfa (PKK ê) ku navendeka bazirganiyê a giringe bo maddeyên hişber di navbera Talîban û Îranê de û bi rêya Kurdistanê ji bo Tirkiya û Ewropa yan welatên Erebî.

Ji bilî ku zanyarî hebûne liser kuştin yan revandin û dizî li wan deverên ku PKK e têda, evca çi b aşkera yan jî veşartî, ev di demekîdaye ku deverên ser bi PKK ê çi bi hêza çekî be yan jî lihevlirin, berdewam rêjeya tawanan têde a bilind e û civakî ne xwendevan û paşketî heye.

Bi taybet di îsal de PKK e bûye sedemeke serekî a leşkir kêşiya Tirkiya jiboy nava xaka herêmê, PKK e berdewam îdîaya dijminatiya Tirkiyê dike, lê belê di ketwar de alîkar û şirîkin, ne lojîkî ye bêy şer û pevçûn 14 cihên sitratîjî çûl bikin û leşkirî Tirkiya bi asanî cihên wan dagîr bikin, her 14 cih jî evin navên «Koxa Miculiya, Şeranişa Nesara, Melagizînkê, Koxa Dîpişka, Heftenîn, Koxa Mela Yehya,  Sêlê  Ava Gîzê,  Êkmalê,  Dîreşîş,  Qemenzê, Çiyayê Xamtîr, Çiyayê Şaqulî,  Şeşdarê), niha bi awayek hemîşe Leşkirê Tirkiyê têde bi cih bûye û kirîne bingehên serbazî.

Erdogan bi eşkere dibêje cihê em bi şer bigirîn ew axa Tirkiye ev amajeyek xetere, bi vê yekê deverên asê bi pîlan dane destê Tirkiya û (PKK ê) xwe nêzî bajarokan kiriye mîna devera Dînartê û Çemankê.

Têbînî: nivîs ji ropela pênosê pêşmerge hatiye wergirtin

Pustên heman beş