Baregeha nifûsê hat teqandin

Serê Kaniyê.. Baregeha nifûsê hat teqandin

Di teqînekê de ku îro baregeha nfûsê ya li bajarokê Serê Kaniyê hedef kirîye, hejmareke kesan hatin kuştin û birîndar kirin.

Îro roja çarşemî 6/1/2021an, li taxa Zeredeşta bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ku niha di destê komên çekdar û arteşa Tirkiyê da ye, otomobîleke bombebarkirî hat teqandin.

Li gorî zanyariyên destpêkê otomobîla bombebar kirî li nêzîkî avahîya nfûsê ya li taxa Zeredeşta Serê Kaniyê teqiyaye.

Di encama teqînê da hejmarek kes hatine kuştin û birîndar kirin, derbarê hejmara kuştî birîndarên teqînê da hêjan agahiyên piştrastikirî nehatine belav kirin.

Pustên heman beş