Weke Berpirsê Rojhilata Navîn dê were erkdarkirin

Weke Berpirsê Rojhilata Navîn dê were erkdarkirin

Medya Amerîkî ragihandiye ku rêveberiya serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden, Nûnerê berê yê Serokê Amerîka di têkoşîna dijî DAIŞê de, Brett MacGurk wek berpirsê Rojhilata Navîn û Afrîkaya Bakur dê were erkdarkirin.

Brett McGurk ku nûnerê Barack Obama Serokê wê demê yê Amerîka bo di nav hevpeymaniya dijê DAIŞê de, di dema rêveberiya Donald Trump de jî demekê kar kir û piştî biryara vekişîna Trump ji Sûriyê îstîfa kiribû.

McGurk ku ji aliyê rêveberiya Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê ji nêzîk ve tê naskirin, rexneyên tund derbarê piştguhkirina kurdan de li Trump girtibûn û li dijî biryara vekişîna hêzên Amerîkî nerazîbûn nîşan dabû.

McGurk di dema referandûma Serxwebûnê ya Herêma Kurdistanê de, xwedî rolekê bû ku Amerîkayê wê demê nedixwest referandûm were encamdan û serxwebûn bê ragihandin.

Pustên heman beş