Peymana Şengalê tenê kincên PKK ê guherandine

Peymana Şengalê tenê kincên PKK ê guherandine

Her çend ku hatîye îlan kirin ku peymana Şengalê ya asayîkirina rewşa bajêr hatîye bi cî kirin, lê belê wê peymanê tenê kincên çekdarên PKK ê guherandهne û hêjan li navçeyê cî digrin.

Mehma Xelîl qaîmqamê Şengalê ji bo ajansa Spotnîk a Rûsî li derbara peymana Şengalê axvî ye.

Xelîl wiha dibêje: peymana Şengalê tenê guherînên şeklî li navçeyên gelê Êzidî de çêkirine û hêjan çekdarên PKK ê li navçeyê cî digrin û jê derneketine.

Her wiha dest nîşan kir, çekdarên PKK ê tenê ji bo çend sa’etan ji navenda bajêr derketin çiyayê Şengalê û piştre kincên xwe guherandin û vegerîn baregeh û nuqteyên xwe.

Li gorî agahiyên qamqamê Şengalê, heya niha bi sedema çekdarên PKKê pêtirî 80% ji aware û koçberên Şengalê di kampan de mane û nikarin vegerin.

Li 9 oktobera sala rabûrî, hikûmeta federal a Îraqê û hikûmeta Başûrê Kurdistanê îlan kir ku peymana asayî kirina rewşa Şengalê hatîye îmze kirin, li gorî peymanê pêwîste PKK e mîlîşyayên girêday wê ji Şengalê derkevin, lê belê hêjan ev yêk pêknehatîye.

Pustên heman beş