Davutoglu: Ji boy min KCK e û Qeyûm wek yekin

Davutoglu: Ji boy min KCK e û Qeyûm wek yekin

Serokê giştî yê partîya Paşerojê Ahmed Davutoglu, îro di civînekê de li gel rojnamevanan li derbara doza Kurdî li Bakurê Kurdistanê axivî.

Ahmed Davutoglu li ser pirsa rojnamevanan ya derbarê pirsa Kurd a li Bakurê kurdistanê got, peyama wan zelal e û ew ne Qeyûman û ne jî KCKê qebûl dikin.

Davutoglu diyar kir: Tu partiyek weke me bi awayekî azad behsa pirsa Kurd nake û di derbarê perwerdeya bi zimanê Kurdî de jî helwesta me ji destpêkê ve zelal e û em piştevaniyê lê dikin.

Davutoglu li ser lawazbûna pêwendiyên li gel Herêma Kurdistanê û helwesta partiya xwe jî wiha axivî:

Serdema ku ez hem wezîrê derve û hem jî serokwezîr bûm, pêwendiyên Tirkiyê ligel Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Iraqê di asta herî bilind de bû û ji bo vê yekê jî min her tişt dikir. Tirkiye divê ne tenê ligel Kurdên Iraqê, herwiha divê peywendiyên xwe ligel Kurdên li Sûriyê jî baş bike.

Pustên heman beş