2020 ji bo Kolberan saleke pir bi êş bû

2020 ji bo Kolberan saleke pir bi êş bû

Di sala rabûrî de Kolberan zirarên canî yên herî mezin dane, 240 ji wan bi destê arteşên Îranê û Tirkiyê hatine kuştin û birîndar kirin.

Rêxistina Hengaw ya mafên mirovan eşkere kir, di sala rabûrî 2020an de, 240 Kolber û kasibkarên Rojhilata Kurdistanê li navçeyên sînorî yên digel Başûrê Kurdistanê de bûne qurbanî.

Dest nîşan kir, 59 Kolber û kasibkar bi teqeya raste rast ya sipayê Pasdaran û arteşa Tirkiyê hatine şehîd kirin, 181 Kolber hatine birîndar kirin.

Li gor rêxistina Hengawê, 114 Kolber ji parêzgeha Ormiyê, 60 ji Sine û 66 ji parêzgeha Kirmanşanê ne.

Pustên heman beş