Li ser dozekê bi kuştin dan ku pêwendîya wê bi Kurd û Kurdistanê ve tuneye!

Li ser dozekê bi kuştin dan ku pêwendîya wê bi Kurd û Kurdistanê ve tuneye!

Rêxistina PKK ê îro û paş derbasbûna 105 rojan, ji nû ve behsa 6 Gerîlayên xwe dike ku li herêma Botanê canê xwe ji dest dane, PKK e ku ciwan û zarokên Kurd direvîne û li ser dozekê bi kuştin dide ku tu pêywendî bi Kurd û Kurdistanê ve nîne, îro tê û pir bi bê şermane dibê: “Rêberatî wê armanca van ciwanan pêk bîne “!.

Hêzên Parastina Gel HPG e, balê leşkirî yê rêxistina PKK ê, îro roja pêncşemî 7/1/2021an, daxuyanîyek par vekirîye û têde behsa 6 Gerîlayan dike ku li 24 îlona sala rabûrî li herêma Botanê, di êrîşeke dewleta Tirkiyê de canê xwe ji dest dane.

HPG ê weke hertim û hemû pêzanîn li derbarê van Gerîlayan nivîsandine, lê belê tu amaje bi temena wan nekir ji bo ku cînayeta revandina zarok û çekdar kirina ciwanên jêr 18 saliyê li ser îsbat nebe.

HPG ê di daxuyaniyê de, pesna herêma Botanê û gelê wê kirîye û dibêje ev herêm ji boy tevgera me pêgeheke sitratecîke. Ya rast PKK e bi vê gotinê rastiyê dibêje, Botan sitratecîke ji ber ku salane ev rêxistin bi sedan xort û ciwanên Botanê di revîne û bi zorî kêşî çiya dike û wan li pênavê «Biratîya Gelan» û demokratîk kirina Tirkiyê bi kuştin dide.

Di beşeka din ya daxuyaniyê de HPG ê dibêje: “Rêberatî wê armanca van ciwanan pêk bîne”, pirsa li vêr tê kirin eve: Gelo rêberatîyek ku li Îmraliyê fermanên Tirkiyê cî bi cî dike û rêberatîyek li Qendîlê ku bûye ser êş ji boy her çar perçeyên Kurdistanê wê bi tu awayî armanca van ciwanan pêk bîne?!

Pustên heman beş