Dadgeha Îraqê dibêje: “Cezayê Tramp negirtine, mirine”!

Dadgeha Îraqê dibêje:"Cezayê Tramp ne girtine, mirine"!

Dadgeheka Îraqê di çarçoveya lêpirsîna girêday kuştina Qasim Suleymanî û Ebu Mehdî Muhendis da, fermana girtina serokê Amerîkayê Donald Tramp da.

Fermandarê feyleqa Qudsê yê Îranê Qasim Suleymanî û cêgirê serokê desteya Heşda Şabî Ebo Mehdî Muhendis li 3 meha yêk ya sala rabûrî 2020an  li nêzî balefirxaneya Bexdayê bi b balafireke bê pîlot ya Amerîkayê hatine hedef kirin û kuştin.

Tramp çend rojan piştî kuştina Qasim Suleymanî daxuyanîyek dabû û bi gotina “2 kes ji holê hatin rakirin”, kêfixweşya xwe diyar kirbû.

Dadgeha lêprisînê ya Resafe li Bexdayê îro li gorî maddeya  406 ya qanûna cezayên Îraqê, biryara girtina serokê Amerîkayê Donald Tramp da!.

Li gorî vê maddeyê, cezayê mirinê li kiryarên kuştinê yên bi zanebûn tê ferizkirin, dadgehê ragihand hêjan biryarên wê di rasta cînayetkaran de mane û wê li demeke nêz werin dayîn.

Pustên heman beş