Berî mehekê darvekir û îro eşkere bû

Berî mehekê darvekir û îro eşkere bû

Rejîma Îslamî a Îranê zîndanîyek Kurd yê Rojhilata Kurdistanê darvekir, ev ceza berîya mehekê hatîye cî bi cî kirin, lê belê ji nûve eşkere bûye.

Malpera Mafên Mirovan a Hengaw ragihandiye, girtiyekî Kurd bi navê Riza Nûrî 33 salî, roja 2 Kanûna sala 2020an li bajarê Îlam yê Rojhilatê Kurdistanê hatibû bidarvekirin lê heta niha di medyaya Îranê de behsa wê yekê nehatiye kirin.

Li gorî agahiyan, ew welatiyê Kurd, xelkê nahiya Dereşar ya Îlamê bû, 6 sal berê û bi tohmeta kuştina kesekî hatibû girtin û bi sizayê qîsasê hatibû mehkûmkirin.

Pustên heman beş